Jinên Tîrêjên Rojê: Li Stenbolê 3 polîs hatin cezakirin

Jinên Tîrêjên Rojê li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî, li Stenbol û Sakaryayê li hemberî polîs û nokerên dewleta Tirk çalakî kirin.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li hemberî êrîşên çekên kîmyewî li Stenbol û Sakaryayê li hemberî polîsên dewleta Tirk û nokerên wan çalakî kirine.

Înîsiyatîfê li ser çalakiyan ev agahî da:

"18'ê Cotmehê li Stenbol-Gokturkê, yekîneyên me bi şev saet di 02:00 de li hemberî polîsên dewleta Tirk a faşîst ên li dewriyeyê digeriyan, bi teqemeniyan û çekên ferdî çalakî kirin. Di encama çalakiyê de xisareke mezin li wesayita polîsan bû. Ji polîsên Tirk ên di hundirê wesayitê de yek mir, 2 jî birîndar bû. Ev agahî bi çavkaniyên xwecihî hate piştrastkirin.

18'ê Cotmehê li Sakarya-Sapancayê 4 wesayitên luks ên AKP'iyan ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

19'ê Cotmehê li Stenbol-Çatalcayê yekîneyên me ji du baskan ve li qereqola polîsan xistin. Destpêkê bi teqemeniyan li hewşa qereqolê li polîsan hate xistin û ji du baskan ve bi çekên ferdî lê hate reşandin. 2 polîs hatin cezakirin, 2 jî bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi rengekî ewle ji qadê çûn."

Di daxyyaniyê de hate ragihandin ku çalakî ji bo bîranîna 17 gerîlayên azadiyê û hilanîna tola wan hatine lidarxistin ku hate destnîşankirin ku wê hesabê şehîdan ji hikumeta dewleta Tirk a faşîst û hevalbendên wê qat bi qat bê pirsîn.