''Mîrateya kesên ku li Pirsûsê me ji dest dan, berpirsyariya me ye''
HDP: Yên ku li Pirsûsê me ji dest dan, mîrateya hevgirtina gelan û giyanê têkoşîna hevpar ji me re hiştin.
HDP: Yên ku li Pirsûsê me ji dest dan, mîrateya hevgirtina gelan û giyanê têkoşîna hevpar ji me re hiştin.
HDP ji bo salvegera 4'a a Komkujiya Pirsûsê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Ên ku ev êrîş kirin her çendî DAÎŞ jî be, berpirs ew kes in ku rê ji DAÎŞ'ê re vekirine, êrîş organîze kirine û ji van êrîşan sûda siyasî hêvî kirine.''
HDP'ê Komkujiya Pirsûsê ku di encamê de 33 ciwanên şoreşger hatine qetilkirin bi bîr anî, berpirsên komkujiyê şermezar kir û got, ''Êşa me hê weke roja pêşî nedaniye''.
HDP'ê di daxuyaniyê de got, ''Ev êrîş wê rojê ne tenê li ser wan kesan bûn li Pirsûsê dixwestin ji zarokên Kobanê re bibin hêvî, ev êrîş li dijî wan hemû dilxwazên aştî û demokrasiyê yên li vî welatî bû. Ev êrîş, fîşeka nîşandanê ya pêşî ya rêz komkujiyan bû ku li Tirkiyê bi destê DAÎŞ'ê hatin kirin. Piştre jî DAÎŞ û hevkarên wan li Enqerê û Amedê gelek komkujî kirin.
Her çendî kesên ku ev êrîş kirin DAÎŞ jî be, berpirs ew in ku rê dane DAÎŞ'ê, organîzasyona êrîşê kirine û ji van êrîşan berjewendiya siyasî û kelk hêvî kirine.''
HDP'ê got li gel ku 4 sal di ser komkujiyê re çûne jî hê jî hêzên li pişt nehatine dîtin û diyar kir, parastina berpirsên sereke kambaxiya rewşê nîşan dide. HDP'ê domand, ''Yên ku li Pirsûsê me ji dest dan, mîrateya hevgirtina gelan û giyanê têkoşîna hevpar ji me re hiştin. Berpirsyariya me ew e ku em bi faîlên komkujiyê re ji hêla hiqûqî û siyasî ve hesabê bibînin û her wiha xwedî li vê mîrateyê derkevin.''
HDP'ê herî dawî got, ''Em bang li her kesî dikin ku êşa yên ku me ji dest dane dijîn, têkoşîna aştî û demokrasiyê geş bikin.''