Karker û kedkar ji bo ewlehiya xwe li Stenbolê meşiyan
Yekitiya Karker û Kedkaran, li Qada Kartalê bi dirûşmeya “Êdî bes e, ji bo Keda me ya Kedkaran û Gelan Mîtînga Kedkaran“ li dar xistin û daxwaza karê bi ewlehî kirin.
Yekitiya Karker û Kedkaran, li Qada Kartalê bi dirûşmeya “Êdî bes e, ji bo Keda me ya Kedkaran û Gelan Mîtînga Kedkaran“ li dar xistin û daxwaza karê bi ewlehî kirin.
Yekitiya Karker û Kedkaran, li Qada Kartalê bi dirûşmeya “Êdî bes e, ji bo Keda me ya Kedkaran û Gelan Mîtînga Kedkaran“ li dar xistin û daxwaza karê bi ewlehî kirin. Di mîtînga li Qada Kartalê hat lidarxistin de, dirûşimên şermezarkirina qetlîama Bartinê hatin berzkirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek kes tev li çalakiyê bûn.
Girseya li Rawestgeha Metro ya Başakê hat ba hev, bi kortej û berzkirina dirûşiman ber bi qada mîtîngê ve meşiya. Ayşe Ûyan a li ser navê Komîteya Amadekariya Mîtîngê daxuyanî da, anî ziman ku ji ber negirtina tevdîran li kan, avahîsazî û kargehan; karker û kedkar jiyana xwe ji dest didin.
Ûyan diyar kir ku yên dizî, talan û nelirêtiyê dikin êrîşkariya xwe ya li dijî Kurdan zêde kirine û çîna sermiyan û desthilatdarî dibin sedema karesatan.
Ûyan derbirî ku madenkarên di kana li Bartinê, ji bêr hêrs û azweriya karê ya kapîtalîstan hatine qetilkirin û ev tişt anîn ziman: “Divê em li kargeh û taxan, li her derê komîte, yekîtî û meclîsên xwe ava bikin, têkoşîna xwe bi rêxistin bikin. Karkirina pêşeroja xwe, bi yekitiya karker û kedkaran û înîsiyatîfa wan mimkûn e.“
Di mîtîngê de karkerên EFT’ê, karkerên li malê, karkerên Şaredariya Mezin a Stenbolê, karkerên Zanîngeha Koçê, Karkerên Lîla Kagitê, mamosteyên sektora taybet, karkerên Sînbo û Sonyê, karkerên Şokê, karkerên taşeron ên şaredariyan, karkerên Tay Tekstîlê, karkerên Yemek Sepetî, gelê Tozkoparanê, rêxistinên ciwanan, jinên Îranî, rêxistinên jinan axivîn û daxwaza karê bi edalet û ewlehî kirin.
Piştî axaftinan Koma Vardiya dest bi gotina stranan kir.