Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E'yê têkilî grêva birçîbûnê ya ku wê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, daxuyaniyeke nivîskî da.
'RAMANA RÊBER APO BÛ HÊVIYA JIYANÊ'
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Şoreşa bi azadiya jinê ya ku li ber ronkahiya ramanên Rêber Apo li Rojava pêk hatî, ji bo gelên Rojhilata Navîn, ku li dora vê ramanê hatine cem hev, bûye hêvî''. KCDK-E'yê bi domdarî got, ''Gelên li Rojhilata Navîn, li dijî paşverûtiyên herêmî, dewletên mêtinger û hêzên dagirker ên navnetewî paradîgmaya neteweya demokratîk ku jiyana hevpar û azad a gelan e, bi rengê çareseriyê dibînin. Têkoşîna bi pêşengiya jinê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û destekarên wê, serkeftineke mezin pêk hatiye û bûye hêviya mirovahiyê û ji bo gelên cîhanê ronkahî''.
'QONAXA DUYEM A KOMPLOYÊ'
Di daxuyaniyê bi berdewamî hate gotin, ''Felsefeya Rêber Apo ku ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêvî, ji ber vê sedemê ketiye ber hedefa paşveritiya herêmî û serwerên navdewletî. Plansaziya komploya li ser Rêber Apo û pêşengên tevgera azadiya Kurd ji ber vê sedemê ye.
Biryara ku di şexsê sê siyasetmedarên Kurd de hatiye standin, qonaxa duyem a komployê ye, ji ber vê jî hemû destkeftiyên gelê me û têkoşîna wê kiriye hedefa xwe. Konpsepta îmhayê bi rengeê ku pêşengên Kurd jî vehewîne, bi destekariya navnetewî ketiye qonaxeke nû. Bi biryara ku DYA'yê standî qonaxa duyem a komployê hatiye sazkarkirin.
Pêvajoya pêşî ya komployê çawa ku bi berxwedana gelê m û dostên me hatibe pûçkirin, pêvajoya duyem a komployê jî bi têkoşîn û berxwedana gelên Kurdistanê wê were pûçkirin.
Mîna ku Leyla Guven diyar kirî; tecrîda ku li ser Rêzdar Ocalan hatiye danîn, tenê ne polîtîkayeke girtî ya li ser şexsekî di tecrîdê de ye, pergaleke tecrîdê ye ku li her hemû derdorên muxalîf hatiye danîn.''
'HEKE EM BI SER BIKEVIN ENCAMÊN WÊ, WÊ DÎROKÎ BIN'
Bi berdewamî girîngiya têkoşîna siyasî, dîplomatîk û civakî hate destnîşankirin, hate diyarkirin ku serkeftina têkoşînê wê geşedanên dîrokî bi xwe re bîne û hate gotin, ''Em berxwedana xwe li ser bingehê, ''em tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin'' pêk bînin. Ji bo vê jî em bang li hemû meclîs û pêkhateyên xwe yên li Ewropa, Kanada, Avûstralyayê dikin ku têkoşînê bi rengekî domdar û hêzdar bidomînin''.
KCDK-E'yê diyar kir, ''Di bingehê têkoşîna me de wê pûçkirina komploya navdeletî û şikandina tecrîda li ser Rêber Apo hebe. Li ser vê bingehê li hemû welatan û eyaletan ji destpêka heftiya pêşî ya Kanûnê ve wê grêvên birçîbûnê yên dorveger werin kirin.''
'TEVLÊBÛNA BI ÇALAKÎ'
KCDK-E'yê herî dawî bang li hemû muxalîfên dîktator Erdogan, faşîzma AKP-MHP'ê, mexdûran û aştîxwaz, azadîxwaza, demokratan kir bi çalakî tevlî grêvên birçîbûnê yên ji bo têkbirina dîktatoriyê kir, banga li hemû gelê Kurd û dostên gelê Kurd ên li Ewropayê kir ku tevlî grêva birçîbûnê bibin.