KNK'ê têkildarî hilbijartinên Iraqê banga tevlîbûnê kir
KNK'ê têkildarî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê banga tevlîbûnê li gelê Kurd kir.
KNK'ê têkildarî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê banga tevlîbûnê li gelê Kurd kir.
Li Iraqê ku wê di 18'ê Kanûnê de hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê pê were, propagandaya hilblijartinê dewam dike. Kurd vê carê li Kerkûkê bi lîsteyeke hevpar tevlî hilbijartinê nabin, ku ev yek weke metirsiyek li ser hêz û bandora Kurdan a li herêmê çêdike.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî hilbijartinên li Iraqê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî ye:
"Kurdistaniyên hemû bajar û bajorokan, bi dehan sale rûbirûyî gef, kuştin, koçberkirin û êşa rejîmên li Iraqê bûne. Çawa hilbijartin û tevlîbûn girîng be, bi taybet ji bo Kurdan erkeke û ji bo ku dîroka sitemkariyê were hilweşandin hişyariyek girînge. Destwerdana navxweyî û herêmî, weke Tirkiye, Îran her tim bûye sedema bê bawerî û dubendiya di navbera pêkhateyên Kerkûk û derdora wê de. Bi taybetî jî dewleta Tirk bûye karekterek sereke yê destwerdana di rewşa Kerkûk û herêmên bi nakok de.
Hilbijartin dikare bibe werçerxek nû û bersivdana hemû komployên qutkirina peywendiyan bide. Em bang li Kurdan dikin, divê Kurd wek gelê mezlûm bi hemû hêza xwe tevlî hilbijartinan bibin. Bi tevlîbûna hilbijartinê siyaseta parçekirina gel ceza bikin.
Em bang dikin ku bi awayek wêrek tevlî hilbijartinan bê kirin, 18 sal in li Kerkûkê hilbijartin çênebûne, ji bo vê jî em vê hilbijartinê weke rêyek girîng dibînin."