Komalên Ciwan banga berxwedanê kir
Koordînasyona Komalên Ciwan, banga têkoşînê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî li ciwanên Kurdistanê kir û got: “Divê mirov berxwedana ku jiyanê rawestîne geş bike.“
Koordînasyona Komalên Ciwan, banga têkoşînê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî li ciwanên Kurdistanê kir û got: “Divê mirov berxwedana ku jiyanê rawestîne geş bike.“
Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî banga berxwedanê li ciwanên Kurdistanê kir.
Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan wiha ye:
“Dewleta Tirk a faşîst a qirker, bi stratejiya hişkkirina koka Kurdan, ji 14’ê Nîsanê heta bi niha êrîşên qadên Zap, Avaşîn û Metînayê dike. Dixwaze Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê ku doza rûmet û azadiyê ya Kurdan e ji holê rabike û armanca xwe ya qirkirinê bibe serî. Rêxistina kûreyî NATO ya qetilkirina Kurdan rewa dike, hevkarê faşîzma Erdogan-Bahçelî ye. Teknîka leşkerî ya bi her awayî dide dewleta Tirk a faşîst.
DURÛTIYA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ
NATO, hevkarê dewleta Tirk û dijminê gelên azadîxwaz e. Ji bo berjewendiya xwe bi nemerdî, bi her awayî ketine hewila fetisandina mirovên herî paqij, dilpak û xweşik ên vê cîhanê. Hewil didin, bi komplo, dek û dolab û bazariyên qirêjî encamê bigirin. Bi rêya saziyên wek OPCW, CPT hewil didin durûtiya xwe bi hemû cîhanê bidin qebûlkirin.
DEMA RABÛNA SER PÊYAN E
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, zêdeyê 6 mehan e li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst a qirker a bi piştgiriya NATO’yê, şerekê mezin dikin û li ber xwe didin. 6 meh in dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrîşê gerîla dike. 6 meh in hewila îspatkirina vê hovîtîya dijmirovî ku li ber çavên cîhanê tê kirin, tê dayîn. Bi daxuyaniya herî dawî hat ragihandin ku 17 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn, dîmenên du gerîlayên ji ber çekên kîmyewî bi bandor bûne hatin parvekirin. Ji niha û pê ve tu hukmê gotinan nemaye. Dem, dema rabûna ser pêyan e.
HETA ROJA SERKEFTINÊ EM Ê ŞER BIKIN
Berxwedana fedaiyane ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi hemû heybeta xwe berdewam e. Gerîlayên azadiya Kurdistanê, nîşaneya rûmet û şerefê ya hemû gelê me û jin û ciwanan e. Di şexsê hevrê Baz û Helbest de em li ber bibîranînên 17 hevrêyên xwe yê fedaî ku bi çekên kîmyewî şehîd hatine xistin, bi rêzdarî û minet bejina xwe ditewînin. Em Tevgera Ciwanên Apoyî, cardin dixwazin bibêjin ku em soza rabûna bi erka xwe û pêkanîna xeyalên şehîdên xwe yên pîroz û şerkirina heta roja serkeftinê didin.
DEMA FELCKIRINA DIJMIN E
Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ruhê fedayî ya Apoyî destana berxwedanê ya sedsalê dinivîsin. Şerê man û nemanê berdewam e. Dem ne dema gilî û gazinan, şîn û bêdengmayîn û temaşekirinê, xwestina alîkariyê li dijî êrîşên qirkeriyê û erka xwe hewalekirina hinekên din e. Dem, dema jidandina kumla xwe li dijî hovîtiya bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a faşîst û felckirina hemû cîhanê ye. Di serî de ciwanên Kurdistanê, divê her kes bi erka xwe rabibe.
DIVÊ MIROV BIBE SEFERBER
Li dijî êrîşê dijminê faşîst divê mirov li çar aliyên Kurdistanê bi ruhê gerîlayên welatparêz, şoreşker ên ciwan bibe seferber. Ciwanên Kurdistanê divê hovîtiya li dijî gerîla, bi çalakiyên radîkal ên dagirkirinê li Ewropayê ragihînin hemû cîhanê. Saziyên navneteweyî, kenalên TV’yê, balafirgeh û qadan felc bikin da ku jiyan raweste. Li Rojava divê pêşengî ji çalakiyên girseyî re bê kirin. Divê mirov tev li çalakiyên li dijî xiyanetkaran ên li Başûr bibe.
HOVÎTIYA DIJMIN JI ZEÎFIYA WÊ YE
Ciwanên Bakurê Kurdistanê divê ji berê bêhtir bi berpirsyarî tevbigerin û bêdengiya faşîzm ferz dike bê perçekirin, bi deng, ruh û sonda tolhildanê rabin ser pêyan.
Hovîtiya dijminê faşîst ji zêîfiya wê ye, tirsa wê ew e ku wê hilbiweşe. Divê ciwanên Kurdistanê, wek her serdema krîtîk, di vê serdema dîrokî ya şer û berxwedanê de jî wêrekî û fedakariya jê tê payîn nîşan bide û bi sekina çalakger a ciwanên Apoyî cîhanê li dijminên Kurdan teng bikin. Li ser vî asasî em Komalên Ciwan ên Tevgera Ciwanan a Kurdistanê, soza girêdayîbûyîna bi bibîranînên şehîdan ve, tolhildan û serkeftinê dubare dikin û bang li hemû ciwanên welatparêz, şoreşger, sosyalîst, enternasyonalîst dikin ku heta serkeftinê bibin seferber bibin û ranewestin.“