Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a ji 16’ê Hezîranê û vir ve ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û şûnde, bi dehan binke û baregehên xwe yên di serî de li Hewlêr, Dihok û gelek deverên din eşkere kir û zêde dike.
Dewleta Tirk a ji bo vê baştir û bilezîne jî bi desteka komên çete yên eniya Tirkmen ku berê bi xwe perwerde kiribû dike. Ev komên çete niha jî ketine nava hewldanên têkdana aramî û ewlehiya welatiyên Kerkûk û hêzên Iraqî.
Ev koma çete ku berê ji aliyê MÎT û artêşa Tirk ve hatbû perwerdekirin, li baregehekî xwe ya li Kerkûkê ku weke navenda wan tê zanîn li ser dîwarê baregehê ‘Kerkûk bajarê Tirkan e, wê her a Tirkan be’ nivîsadiye.
Ev nivîs rê li ber nerazîbûnê vekir û Leşkerên Lîwaya 61 a parastina Serokwezîrê Iraqê çûne ji bo van çeteyan ragihandiye ku divê di demek pir zû de vê nivîsê jê bibin û nebin sedemê nakokî û aloziyên li herêmê.
Çavkaniyeke ji Tirkmenên Kerkûkê agahî da ANF’ê û ev got: “Kesên li nava vê baregehê kar dikin ne wlatiyên Iraqê ne, tenê ji bo berjewnediyên dewleta Tirk dikin, beşeke din a van ji komên çete yên xelkê Tilehfer in ku berî niha çûne Tirkiyeyê û ji aliyê faşîstên AKP’ê û MÎT’a Tirk ve hatine perwerdekirin.”
Li gorî heman çavkaniyê jî li vê baregehê wêneyê ‘boz kurt’ ango nîşaneya gur hatiye hilgirtin ku yek ji sembola faşîstên Tirk in.
Berî niha jî ajansa ANF’ê li ser van komên çete yên Tirkme bi qasî belgek û dokomenter eşkere kiribûn ku hejmara wan derdorî 700 çeteyin û ji aliyê MÎT’a Tirk û artêşa Tirkiye ve hatine perwerdekirin û muceyên wan jî ji aliyê Tirkiyeyê ve tên dabînkirin. Gelek ji van çeteyên Tirkmen xwe li nava tîmên ewlekarî û dîsa Heşdî Şebî ya Tirkmen xwe nixumandine, ji bo Tirkiyeyê xizmetê dikin.