Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê lîsteya namzetan eşkere kir

Komîyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê, navê namzetên ku tevlî hilbijartinên parlamentoyê bibin, eşkere kir. Îşev propagandaya hilbijartinê destpê dike.

HILBIJARTINÊN PARLAMENTOYA IRAQÊ

Komîyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê navê hemû namzetên tevlî hilbijartina Parlementoya Iraqê bibin eşkere kir.

Li gorî lîsteyê 7 hezar û 769 namzet hene. Ji vana 2 hezar û 247 namzetên jin in, 5 hezar û 520 jî mêr in. Parlementoya Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê. Propagandaya hilbijartinê wê îşev saet 00:00’an destpê bike.

Tê payîn ku 11’ê Mijdara îsal hilbijartina dema 6’an ya Parlementoya Iraqê bê lidarxistin.