Komkujiya 5'ê Hezîrana 2015'an a li Amedê

Cih: Amed. Dem: 5'ê Hezîrana 2015. Polîsan berê pê zanîbûn. Êrîşkar yekî nas bû. Piştî êrîşa bombeyî ku li mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê hate kirin, hemû nîşaneyan işaret bi rêxistina îstîxbaratê ya Tirk dikir.

Beriya niha bi sê salan coş û kelecaneke mezin hebû. Tenê du roj mabûn ji hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an re. Mirov bi rengekî girseyî berê xwe didan meydana Stasyonê. Piştî du rojan, wê desthilatdariya AKP'ê şoq bibûya. Wê serweriya xwe ya li parlamentê ji dest bida. HDP'ê bi rêjeya 13.1 ji sedî yê dengan wê hemû hesabên AKP'ê yên ji bo desthilatdariyê ji hev bixista.

Girseya gel li benda axaftina Hevserokê wê demê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bû. Berêvarê bû û dinya gelekî germ bû. Li meydana mîtîngê alên HDP'ê û hevalbendên wê li ba bûn.

Dûre ji nişka ve li ekranê hin televîzyonên ku mîtîng bi zindî diweşandin anonsa "Ambulans hevalno", "Muzîkê qut bikin" hate bihîstin. Hinekan hê nizanîbûn bê çi bûye. Teqîn ji bo hinekan êdî parçeyek ji jiyana rojane bû.

Li ber trafoyê li aliyê rastê yê dikê, li pey hev du caran teqîn bû. Saet 17:55 bû. Dû bi ser wî aliyê qadê ketibû. Ji ser dikê anonsa "korîdorê vekin", "ambulans" dihate kirin. Piştî ku girseya gel rê vekir, rastiya êrîşê eşkere bû. 5 mirî, zêdeyî 400 birîndar. Ramazan Yildiz (16), Necatî Kûlûr (47), Şehmûz Kaçan (34), Civan Arslan (17) û Alî Turkmen (65) ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dan.

Du bombeyên li qutiya çopê hatibûn bicihkirin teqiya bûn. Eşkere bû ku êrîşkar Orhan Gonder ê 20 salî yê ji Semsûrê ye. Hate îdîakirin ku endamê DAÎŞ'ê ye. Rojek piştî êrîşê li Dîlokê hate girtin û ew şandin girtîgehê.

Piştî êrîşê li ser "kiryarê mezin" gelek delîl derketin holê. Ji xwe her kesî pê zanîbû ku dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê xwedî têkiliyeke xurt û berfireh in. Profîla êrîşkar, nêzîkatiya hikumeta Tirk a li êrîşê, têkiliyên polîs û îstîxbaratê bi 'kiryar' re, şêweyê lêpirsînê û bêhiqûqiyên hatin kirin, bal dikişand ser Enqereyê.

DEWLETÊ KUJER BAŞ NAS DIKIR

Hin ji delîlên derketin holê:

- Malbata Gonder, piştî ku kurê wan tevlî nava DAÎŞ'ê bû serî li emniyetê û walîtiyê da.

- Malbat bi Serokwezîrê wê wextê Ahmet Davûtoglû re axivî, lê belê ji malbatê re hate gotin, 'ji ber ku nebûye 18 salî, rayedar nikarin tiştekî bikin'.

- 15'ê Gulana 2015'an, yanî nêzî mehekê beriya êrîşê, ji ber îxbarekê Midûriyeta Emniyetê ya Semsûrê teblîgat ji malbata Gonder re şand. Di teblîgatê de dihate gotin, Gonder weke 'şexsekî winda yê terorîst' tê dîtin û bi vî rengî lê digerin. Malbatê li ser vê yekê îfade da.

DU ROJ BERIYA KOMKUJIYÊ HATE DESTGÎRKIRIN

Delîlên derketin holê ne tenê ev bûn. Çend ji delîlên din:

- Gonder, du roj beriya êrîşê li oteleke li Amedê ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin û ji ber ku neçûye leşkeriyê lêpirsîna wî hate kirin. Piştre hate berdan. Li ser motîvasyona rastî ya destgîrkirinê agahî bi dest neket.

Qeyda Gonder a li cem polîsan ne nû bû:

- Wezîrê Edaletê yê wê wextê Kenan Îpek li serlêdanekê mikur hat ku kekê Orhan Gonder Engîn Gonder 15'ê Cotmeha 2014'an li Semsûrê serî li dozgeriyê da. Di serlêdanê de hate ragihandin ku Gonder nexuya ye û dibe ku tevlî DAÎŞ'ê bû be. Wezîr daxuyaniyeke ecêb da û hewl da dewletê ji bin berpirsyariyê derxîne. Li gorî wezîr, dozgeriyê ev serlêdan xiste Sîstema Ragihandinê ya Tevna Dadgeriyê ya Neteweyî û ev qeyd jî ne bi navê bersûc Orhan Gonder, lê bi navê kekê wî Engîn gonder vekir. Îdîa kir ku ji ber vê yekê dema li UYAP'ê lêgerîn bê kirin, tiştekî normal e ku navê Gonder dernekeve. Piştî hewldanên 'normalkirinê' yên hikumetê, Serokê Sendîkaay Dadgeran Mûstafa Karadag got, tiştekî bi vî rengî nepêkan e. Karadag destnîşan kir ku divê navê Orhan Gonder ê winda li qeyda UYAP'ê bihata bicihkirin. Nehat eşkerekirin bê çima Orhan Gonder nehatiye qeydkirin.

DI BIN KONTROLA MÎT'Ê DE DERBASÎ SÛRIYEYÊ BÛ

3'ê tebaxa 2015'an, li ser rola dewletê ya di komkujiya Amedê de daxuyaniyeke nû hate dayin. Wê wextê komkujiyeke din hatibû kirin. 20'ê Tîrmeha 2015'an li Pirsûsê di komkujiyê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

- Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Velî Agbaba diyar kir ku Orhan Gonder û êrîşkarê bombeyî yê li Pirsûsê Abdurrahman Alagoz di bin kontroal Rêxistina Îstîsbarata Milî (MÎT) de derbasî Sûriyeyê bûne û vegeriyane. Agbaba got, "Em dikarin bêjin ku hikumetê DAÎŞ xistiye bin baskê xwe û ew parastiye. Li Amed û Pirsûsê di çalakiyên bombeyî de, kêmasiyeke gelekî mezin heye. Yên tevlî DAÎŞ'ê bûn, yên li Pirsûs û Amedê êrîşên bombeyî kirin, di bin kontrola MÎT'ê de derbasî Sûriyeyê bûn û vegeriyan."

HEWLDANA JI BO VEŞARTINA KIRYARÊ RASTEQÎN

Di lêpirsînê de hatibû tespîtkirin ku Gonder 6 mehan li kampên DAÎŞ'ê yên li Sûriyeyê perwerrde dît, piştre 6'ê Gulana 2015'an vegeriya Tirkiyeyê û 2'ê Hezîranê derbasî Amedê bû.

Piştî ku agahî li pey hev eşkere bûn û dewlet bersûc hate dîtin, Serdozgeriya Komarê ya li Amedê bi hinceta "hin agahiyên ku bandorê li rêveçûna lêpirsînê bike di çapemeniyê de hatin weşandin" biryara nepetîniyê li ser dosya lêpirsînê da. Dozgeran berê jî di gelek doz û lêpirsînan de ji bo nixumandina dewletê û parastina sûcdarên esasî biryara "nepenîtiyê" dabûn.

Di rûniştinên dozê de jî agahiyên nû derketin holê.

- Der barê teqînê de tevî Gonder, Îsmaîl Korkmaz, Mûstafa Kilinç, Bûrhan Gok û bersûcê fîrarî Îlahmî Bali hatin dariznandin. Ji bilî van lêpirsîn li kesekî din nehate vekirin. Der barê bersûcan de 5 caran cezayê girtina heta bi hetayê yê girankirî, ji 4 hezar û 101 salî heta 6 hezar û 318 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.

- Meha Gulanê li ser daxwaza parêzerên mexdûr, bi biryara 14. Dadgha Ceza ya Asliye ya Amedê li cihê teqîn lê bû lêkolîn hate kirin. Li ser encamê lêkolînê wê piştre rapor bê amadekirin.

- 31'ê Gulanê, di rûniştina 12. a li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Sîncanê ya Enqereyê de derkete holê ku yek ji bersûcan Îsmaîl Korkmaz, mehek beriya êrîşê li Dîlokê ji polîsên sivîl re gotiye "Wê li Tirkiyeyê hin tişt bibin."