KON-MED: Li dijî êrîşên dewleta Tirk divê li hemû qadan berxwedan bê mezinkirin
KON-MED’ê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava da û diyar kir ku divê her kes li dijî van êrîşan li her qadê berxwedanê mezin bike.
KON-MED’ê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava da û diyar kir ku divê her kes li dijî van êrîşan li her qadê berxwedanê mezin bike.
KON-MED’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya KON-MED’ê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk êrîşî binesaziya Rojava û qadên sivîl dike. Di encama van êrîşan de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Em pir baş dizanin ku ev êrîş ji ber geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.
Ji ber ku gelên herêmê bi avakirina tîfaqa civakî pêngaveke girîng avêtin, dewleta Tirk a dagirker dîsa dest bi êrîşên xwe kir.
Êrîş di heman demê de di rojeke ku ji bo civakên Xiristiyan ên li herêmê girîng e, pêk hat. Civakên Xiristiyan ku bi saya destkeftiyên şoreşa Rojava cejnên xwe bi aştî û azad pîroz dikin, ji bo pîrozkirina Noelê amadekarî dikirin. Lê dewleta Tirk a dagirker di vê roja watedar de jî êrîş kir.
Em pir baş dizanin ku yekane rêya jê rizgarbûna ji van êrîşan xurtkirina yekitiya li herêmê ye. Dewleta Tirk weke ku 10 sal in tu encam ji êrîşên xwe nagire, wê vê carê jî negire û berxwedan û têkoşîna gelên herêmê bi ser bikeve.
Bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember van êrîşan şerm e. Dewleta Tirk li ber çavên van hêzan bi eşkere sûcê şer dike. Di rojên herî pîroz ên civakê de qadên sivîlan û binesaziya herêmê bombe dike. Ev êrîş li dijî tîfaq û qanûnên navneteweyî ne. Divê hêzên navneteweyî erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin û li dijî van êrîşan rabin. Em KON-MED bang li gelê Kurd ê welatparêz, gelê Elman ên demokrat û hemû gelên xwedî wîjdan dikin ku li dijî van êrîşan dakevin qadan û rê li ber sûcên şer û qirkirinê bigirin. Gelê Kurd û dostên wan divê li dijî van êrîşan bibin dengê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Roj roja parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava ye. Roj roja yekitî û hevgirtinê ye. Roj roja têkoşîna li dijî qirkirina dewleta Tirk a dagirker e. Bi vê baweriyê em bang li her kesî dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li her qadê berxwedanê bikin.”