Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyaniyek da çapemeniyê.
Endamên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED ED (MED TUHAD FED) tevlî daxuyaniyê bûn.
Endama OHD'ê parêzer Çîgdem Kozan daxuyanî da û ji bo parastina mafê tenduristiyê yê girtiyên di greva birçîbûnê de ne bang li saziyan kir. Çîgdem Kozan got, "Di serî de rûmet, mafê jiyanê û mafê tenduristiyê yê girtiyan, hemû mafên wan di berpirsyariya dewletê de ye. Eger madeyên ku ji bo wan pêwîste bêne astengkirin, mîna ku di grevên birçîbûnê yên salên derbasbûyî de rû da, dibe ku xisareke mayinde li fonksiyonên mejî yê girtiyan bike û bibe sedema mirinê."
Çîgdem Kozan ragihand ku tecrîda li Îmraliyê li dijî Destûra Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Qanûna Înfaza Tedbîrên Ewlekarî û Ceza ye û got, "Dewlet û desthilatdariya siyasî beriya ku rewşeke metirsîdar rû bide divê daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne binirxînin. Naxwe li dijî mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan wê encamên giran rû bidin ku dewlet û desthilatdariya siyasî wê ji vê yekê berpirsyar bin. Ji ber vê yekê di serî de Wezareta Edaletê divê hemû saziyên erkdar tavilê bikevin nava liv û tevgerê."
Çîgdem Kozan tevî saziyên li Tirkiyeyê bang li saziyên navneteweyî jî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û got, "Divê li ser bingeha azadî û mafê bingehîn nêzîkatî bê nîşandan û daxwazên girtiyan bic ih bêne anîn. Em bang li Wezareta Edaletê, hemû rayedaran, saziyên mafên mirovan û hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin."