Krîza aboriyê bandorê li bazarê dike
Krîza ji ber kêmbûna nirxê TL rû da, bandorê li esnafan û welatiyan dike.
Krîza ji ber kêmbûna nirxê TL rû da, bandorê li esnafan û welatiyan dike.
Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê bandor li bazarê jî kir. Esnafên li bazara semta Guneşlî ya navçeya Bagcilar a Stenbolê dezgehên xwe datînin, ji ber zêdebûna buhayê Dolar bû du parçe. Esnafên alîgirê AKP'ê dibêjin, rewşa nebaş a kar ji ber germbûna dinyayê ye. Lê piraniya esnafên din balê dikişînin ser krîza aboriyê û dixwazin tavilê çareyek jê re bê dîtin.
Esnafên li navçeya Bagcilarê diyar kirin ku vê hefteya dawî ew dikin nakin nikarin tiştekî bifiroşin û buhayê malên ji derve tên anîn, heta digihêje wan bi sê qatî zêde dibe. Esnafekî din ê ku patatan difiroşe jî destnîşan dike ku AKP di mijara aboriyê de li bin ketiye û papaz jî ji xwe re dike bahane.
MIROV NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIRIN
Ahmet Vûral ku li bazarê fêkiyan difiroşe anî ziman ku mirovên berê kîloyek tirî dikirîn, niha ancax dikarin nîv kîlo bikirin. Vûral kîsikên li dezgeha xwe nîşan da û got, "Min berî du hefteyan ev kîsik bi 4 TL'yî dikirî. Vê sibehê van kîsikan bi zorê bi 6 TL'yî dikirim. Mirov nikarin li bazarê tiştekî bikirin. Ji ber ku qîmetê TL kêm bûye, mirov naxwazin pereyê xwe xerc bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin buhayê dolar kêm bibe û rewşa me ya aboriyê baş bibe."
EM TÊK BIÇIN JÎ WÊ NEBÊJIN 'EM TÊK ÇÛN'
Suleyman Akşener jî ji kesên ku rewş ne xema wan e aciz e û dibêje, "Ew AKP'î ne. Em têk biçin jî nabêjin 'em têk çûn'. Ji sibehê ve me nîvê malên xwe nekarî bifiroşin."