Kuçukbalaban: Bi diyalogê çareserî dikare pêk were

Hevserokê ÎHD'ê Kuçukbalaban bal kişand ser maliyeta aborî, siyasî û mirovî ya şerê hikumeta Tirk ku ji sala 2015'an ve dimeşîne û got, halbûkî mesele dikare bi diyalogê bê çareserkirin.

Hevserokê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban got, "Tu bi kê re şer dike, divê tu pê re hevdîtinê bike" û wiha dewam kir, "Bêguman em zanin ku ev mesele ne tenê meseleyeke astengkirina hevdîtina mirovekî bi malbat û parêzerê xwe re ye."

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban li ser tecrîd û greva birçîbûnê ji ANF'ê re axivî.

DEWLET BI BANDORA WÎ ZANE

Kuçukbalaban anî ziman ku li Tirkiyeyê mafên ji bo girtiyan hatine naskirin hene, lê belê tevî vê yekê jî ev maf li girtîgehê bi cih nayê anîn û got, "Abdullah Ocalan û hevalên wî ji sala 2019'an ve nikare parêzer û malbata xwe bibînin. Ev yek ji aliyê mafên mirovan ve jix we pirsgirêkeke cidî ye. Li aliyê din Girtîgeha Îmraliyê ji xwe girtîgeheke taybet e, rêveberiyeke taybet e. Lewma mirovên li vê derê têne girtin jî ew mirov in ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de xwedî bandoreke cidî ye. Abdullah Ocalan aktorekî girîng e. Di meseleya Kurd de hem di mijara çareseriya demokratîk de hem jî li ser rêxistina çekdarî û gelê Kurd xwedî bandor e. Dewlet jî bi vê zane."

EM LI BENDÊ NE KU DESTÛRA SERDANÊ BÊ DAYIN

Kuçukbalaban bi bîr xist ku ji 27'ê Mijdarê ve li girtîgehên Tirk greva birçîbûnê dewam dike, ji bo encamên giran rû nedin divê destûra ji bo hevdîtinê bê dayin û got, "Di sala 2012'an de bûyerên bi heman rengî qewimî bûn. Wê demê hevdîtinek hate kirin û sala 2013'an pêvajoya çareseriyê destpê kir. Pêvajoyek bû ku heta sala 2015'an dewam kir û me jî piştgirî da wê. Dil dixwest ku ev pêvajo bi mekanîzmayên xurt ên rasteqîn bê dewam kirin, lê belê nehate dewamkirin. 8 sal in polîtîkaya neçareseriyê dewam dike. Di sala 2016'an de Rewşa Awarte hate ragihandin û tevî ku sala 2018'an bi dawî bûye, kiryarên wê hîn jî dewam dikin. Erkên Rewşa Awarte ji walîtiyên bajaran re hate dayin. Walîtiyên bajaran ji wê rojê ve çalakiyan qedexe dikin, herêmên ewlekariyê radigihînin. Di meseleya Kurd de ji ber vê polîtîkayê zexteke cidî li ser atmosfera demokratîk heye. Di mijara azadiya fikrî de, di mijara pêvajoyên dadgeriyê de, di mijara bêcezahiştinê de, di mijara azadiya çapemeniyê de ev yek diqewime. Weke ÎHD em di wê baweriyê de ne ku tecrîda li Îmraliyê tecrîdek ji ber vê meseleyê ye. Heman piştî 27'ê Mijdarê me serî li Wezareta Edaletê dan. 33 meh in çar hikumxwarên li Îmraliyê nikarin malbat û parêzerên xwe bibînin. Li girtîgehan greva birçîbûnê destpê kiriye. Ji bo dawî li rageşiya civakî bê anîn û bê zanîn bê li wir çi diqewime, me xwest ku divê heyeteke serbixwe û bêalî biçe serdanê. Me serlêdaneke bi vî rengî kir, lê heta niha bersiv ji me re nehatiye dayin. Beriya ku ev greva birçîbûnê jî encamên neyînî bi xwe re bîne em hêvî dikin ku Wezareta Edaletê destûrê bide ÎHD, malbat û parêzeran ku biçin wê derê."

ZÊDEYÎ 40 HEZAR MIROV MIRIN

Kuçukbalaban diyar kir ku di meseleya Kurd de divê êdî dewlet berê xwe bide çareseriyeke demokratîk û got, "Polîtîkayên ewlekarîperestiyê, hin biryarên li Desteya Ewlekariyê ya Bilind hatin wergirtin û şerê ku bi van biryaran tê meşandin di nava civakê de bûn sedema rageşiyê. Li gorî daneyên ku ji aliyê Wezîrê Parastina Milî ve hatin eşkerekirin, piştî sala 2015'an zêdeyî 40 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan. Di navbera salên 2013 û 2015'an de hema bibêje kes nehate kuştin."

TU BI KÊ RE ŞER DIKE, DIVÊ TU PÊ RE JÎ HEVDÎTINÊ BIKE

Kuçukbalaban bal kişand ser maliyeta aboriyê jî û got, "Hûn li Iraqê şekeran dihêlin, li Sûriyeyê leşkeran dihêlin, destûrnameyan amade dikin û operasyonên cidî dikin. Lewma ev hemû bi polîtîkayên ewlekarîperestiyê nayên vegotin. Ev yek konsepteke. Êdî divê her kes bibîne ku ev yek zerareke cidî dide aştiya civakî, jiyana demokratîk a li Tirkiyeyê. Em bibêjin ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hate kirin, li ser meseleya Kurd pê re hate axaftin û got ku ji bo çareseriyeke demokratîk amade ye. Tirkiye ji vê yekê tiştekî winda nake, berevajî wê qezenç bike. Aştiya civakî wê qezenç bike, pêwîstî pê nabîne ku hûn leşkeran li Iraq û Sûriyeyê bihêlin. Mesele dikare bi diyalogê bê çareserkirin. Tu bi kê re şer dike, divê tu pê re jî hevdîtinê bike. Bêguman em zanin ku mesele ne tenê meseleya astengkirina hevdîtina mirovekî bi malbat û parêzerên xwe re ye."