Kurd li Torontoyê li dijî AKP-MHP'ê daketin qadan

Dagirkeriya dewleta Tirk û operasyonên qirkirina siyasî li Torontoyê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, êrişên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li Başûrê Kurdistanê û yên li ser HDP'ê hatin şermezarkirin.

Girseya gel li qada Dûndas Yongeyê li hev kom bû û endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn bi bîr anî.

Girseya gel wêneyên Bariş Çakan û George Floyd ên bi êrişa nijadperestî jiyana xwe ji dest dan hildan û dirûşma "Faşîst Erdogan" qîriya.

Çalakî bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.