Kurdistaniyên li Înnsbrûckê ji bo Rojava daketin qadan

Li bajarê Înnsbrûck ê eyaleta Tîrol a Awûstûryayê ji bo piştevaniya Rojava çalakî pêk hat.

Li bajarê Înnsbrûck ê eyaleta Tîrol a Awûstûrsyayê ji bo 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê çalakiyek pêk hat.

Çalakger ji Markplatzê dest bi meşê kirin û li navenda bajêr meşiyan.

Di meşê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û ji bo piştevaniya berxwedana Rojava dirûşm hatin qîrîn.