Kûrtûlmûş hêvî dike ku ‘di zûtirîn demê de’ pêniyaran pêşkêşî Meclisê bike

Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş, anî ziman ku ew hêvî dikin ku pêşniyarên komîsyona têkildarî pirsgirêka Kurd hatî avakirin, di zûtirîn demê de pêşkêşî Desteya Meclîsê bikin.

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî ya li Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) ya têkildarî pirsgirêka Kurd hatî avakirin, civîna xwe ya 13’emîn li dar xist.

Axaftina destpêkirina civînê ji aliyê Serokê Komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş ve hate kirin û Kûrtûlmûş diyar kir ku ew nêzî dawiya xebatên guhdarîkirin û muzakereyê bûne.

Kûrtûlmûş got: ‘’Ez hêvî dikim ku em ê di zûtirîn demê de axaftinên xwe, guhdarîkirinên xwe û muzakereyên xwe bi dawî bikin û têkildarî pêngav û tedbîrên têkildarî pêvajoya ji niha û şûnde raporeke berfireh amade bikin û ji bo ku Meclîs li ser van mijaran bixebite em ê pêşniyarên xwe ragihînin desteya giştî bikin.’’

Di rûniştina ewil a civînê de ku wê bi pêşengtiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bê lidarxistin, li Komeleya Hiqûqnasan, Enstîtûya Hiqûqê ya Tirk, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Parêzerên Sosyal Demokrat (SODAD) û Komeleya Lêkolînên Hiqûqî (HUDER) guhdarî bike. Di rûniştina duyemîn de jî wê li Prof. Dr. Abdurrahman Eren, Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem, Prof. Dr. Îlhan Uzulmez, Prof. Dr. Mahmut Koca û Prof. Dr. Bahrî Ozturk guhdarî bike.