Leşkeran careke din êrîş birin ser karkerên li Rihayê

Karkerên Ozak Tekstîlê li dijî zext, mobbîng û avêtina ji kar li Rihayê 15 roj in di çalakiyê de ne. Leşkeran cara duyemîn êrîş birin ser karkeran û gelek karker binçav kirin.

Karkerên febrîqeya Ozak Tekstîlê ya li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya 1'emîn a li Rihayê 15 roj in di çalakiya destberdana ji kar de ne.

Karker mobbîng, gefxwarin û avêtina ji kar şermezar dikin.

Karker ji bo çalakiyê dewam bikin serê sibehê careke din hatin ber febrîqeyê, lê li dorpêça jendermeyan rast hatin.

Jendermeyên ku bi benda kolana febrîqe lê ye girtin, destûr nedan ku karker derbas bibin.

Karkeran jî li pêşiya mizgefta li herêmê rê girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Jendermeyan bi ava şid a ji TOMA'yan êrîş birin ser karkeran û bi lêdanê gelek karker binçav kirin.

Karkerên mayî jî bi zorê ji herêmê derxistin.

Karker li ber deriyê li herêmê disekinin.