Li 3 navçeyên Erziromê 15 HDP’î ji erkê hatin girtin

li Şaredariyên navçeya Qereyazî, Tatos û Qereqoçan ên Erziromê 15 endamên meclîsa HDP’ê ji aliyê rejîma Enqerê ve ji erkê hatin girtin.

Li Şaredariyên Qereyazî, Tatos û Qereçobanê yên Erziromê, 15 endamên meclisa şaredariyê yên HDP'î, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin.

Ji bo dûrxistina ji peywirê ya endamên meclisê, doz û lêpirsînên ku di derbarê wan de tên meşandin weke hinceta hatine nîşandan.