Li 4 bajaran Nobeta Edaletê didome: Daxwaza me azadî û demokrasî ye

Xizmên girtiyan li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê Nobeta Edaletê didomînin. Di çalakiyan de, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, 14 roj in greva birçîbûnê ya dorveger didome. Nobetên Edaletê yên ji bo piştevaniya bi girtiyan re li 4 bajaran hatî destpêkirin, didomin.

WAN

Bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 6’an de berdewam kir. Rêveberên HEDEP’ê ya Artemêtanê, endamên Komeleya Parastin Lêkolîn û Pêxşxistina Hawirdor Berhemên Dîrokî (ÇEV-DER) û gelek kes îro çûn serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Ji xizmên girtiyan Sevat Bayhan xwest ku hemû kes xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan derkevin. Bayhan, wiha domand: “Daxwaza me ji bo hemû gelan aştî, demokrasî û azadî ye. Divê tevahiya gelê Kurd li dijî van tiştên heyî rabin ser piyan. Bi salan em di nava vî agirî de ne. Em dixwazin ev agir êdî vemire.”

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) jî didome. Nobet li avahiya komeleyê didome û îro rêveberiya HEDEP’ê ya Mêrsînê, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl çûn serdana çalakvanan.

Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş diyar kir ku nêzî hezar girtiyên siyasî ketine greva birçîbûnê û banga xwedîderketina li çalakiyê kir.

EDENE

Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edeneyê de jî li ser daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin. Nobet, li Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) didome û Parlamenterê HEDEP’ê Kamûran Tanhan, endamên Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên DBP, HEDEP û HDP’ê tevlî çalakiyê bûn.

AMED

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya HEDEP’ê ya Rezanê jî berdewam dike. Kesên tevlî çalakiyê bûn pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Endamên DBP, HEDEP, Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana çalakvanan. Di serdanê de endamên Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê û çalakvanan bi hev re stran gotin.