Li 7 bajaran 11 rojnamevan hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li heft bajaran 11 rojnamevan destgîr kirin.
Polîsên Tirk li heft bajaran 11 rojnamevan destgîr kirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha, Mersîn û Mêrdînê di heman demê de avêtin ser gelek malan.
Di encama serdegirtinan de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin destgîrkirin.
Dadgeriya Tirk biryara nepenîtiyê li ser dosyayê danî. Nayê zanîn bê rojnamevan bi çi têne sûcdarkirin.
Hate ragihandin ku rojnamevanên li bajarên cuda hatine destgîrkirin wê bibin Enqereyê.
Nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren jî ji ber lêpirsîneke cuda li mala xwe ya li Amedê hate destgîrkirin.
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ DESTGÎRKIRINA ROJNAMEVANAN
Gelek saziyên rojnamevaniyê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevanan dan.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê: Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Jinnewsê ku endamên komeleya me ne, di encama serdegirtinên malan de hatin destgîrkirin. Di çarçoveya heman operasyonê de bi ser Buroya MA’yê ya Enqereyê de jî hat girtin. Em, vê operasyona ku bi mebesta bêdengkirina rojnamevanan tên kirin, şermezar dikin. Çapemeniya azad dê li hemberî van êrişan serî netewîne.
DÎSK Basin-Îş: Di encama serdegirtinên malan ên di danê sibehê de gelek xebatkarên JINNEWS û MA’yê ku di nav de endamên me jî hene, hatin destgîrkirin. Heta niha herî kêm 7 rojnamevan hatine destgîrikrin. Em pêvajoyê dişopînin. Rojnamevanî sûc nîne. Di zûtirin demê de hevalên me berdin.
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP): Di çarçoveya lêpirsîneke ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi ser malan de hat girtin û nûçegihanên JINNEWS û MA’yê hatin destgîrkirin. Bi polîtîkayên tepisandinê ya li dijî çapemeniyê re hewl didin ji her alî ve zextê li rojnamevanan bikin. Me doh jî gotibû û niha dîsa dubare dikin; hûn nikarin rojnamevanan bêdeng bikin. Wê ev polîtîkaya we ya zext û tepisandinê negihije armanca xwe. Em ê dev ji nivîsandina rastiyan bernedin. Destê xwe li ser rojnamevanan bikişînin. Qanûn û girtinên we wê nekarin bi rojnamevanên jin paşdegavê bide avêtin.
Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê: Di demekî ku qanûna sansûrê ketiye meriyetê de bi ser malên gelek rojnamevanan de hat girtin û bi operasyoneke serê sibehê de hatin destgîrkirin. Her wiha li buroyan lêgerîn hatin kirin û ji bo parêzeran jî biryara bisînorkirinê dan. Hûn ê nekarin bi van sepanên xwe rojnamevaniyê krîmînalîze bikin!