Li Çûkûrovayê namzetên HDP’ê bi coş hatin pêşwazîkirin
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê didomin. Li Çûkûrovayê namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kirin.
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê didomin. Li Çûkûrovayê namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kirin.
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin. Namzetên HDP’ê li taxên Çamlibel, 19’ê Gulan, Gurselpaşa, Akkapî yên navçeya Seyhan û Yuregîr yên Edeneyê serdana gel û dikandaran kir. Gel eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP’ê da û wiha got; “Em dixwazin AKP biçe. Êdî bes e. Ji bo ku AKP biçe em ê dengê xwe bidin HDP’ê.”
LI NAVÇEYÊN MERSÎNÊ SERDANA ESNAF Û KOMELEYAN HATE KIRIN
Endam, rêveber û namzetên HDP'ê yên Mêrsînê jî li navçeyên Tarsûs, Toros, Yenîşehir, Akdenîz û Mezîtlî yên Mêrsînê, esnaf, komele û gel ziyaret kirin û bi wan re sohbet kirin. Namzetên HDP'ê rastî eleqeyek mezin hatin.
HDP’Ê LI ANTALYAYÊ NAMZET DA NASÎN
Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê jî li restaûrantek Kaleîçî bername pêk anîn û namzetên xwe bi gel dan naskirin. Gelek nûnerên saziyên civakî û nûnerên partiyên siyasî jî amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Antalya Songul Şarkli, diyar kir ku di şertên newekhev de dikevin hilbijartinê û wiha got: "Ji roja xebatên hilbijartinê hatine destpêkrin heta niha em rastî astengiyan tên. Lê tevî her tiştî hevî û baweriya me zêde ye. Li Antalya 16 namzetên me hene û 8 jê jin in. 25'ê Hezîranê dê ji bo me dîroka serkeftinê be. "
Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbûl jî got di 24’ê Hezîranê de AKP’ê wê di bin benda ku avakirî de bimîne û wiha domand; “Têkoşîna me têkoşîna kedê ye, têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê ye. Em ê wekhevî û yekîtiya gelan ava bikin. Em ê vêya carek din di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de nîşan bidin.”
Namzetên parlamenteriyê Denîz Yildirim û Hadî Cin jî qala hevdîtina xwe ya bi namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kir ê ku li Girtîgeha Edîrne dîl girtiye.
Piştî civînê rêveberên bajar û namzetan çûn serdana kongreya Weqfa Çanda Anadolû ya Hacibektaş ku li Mala Cem a Kizlarik didome.