Li Îzmîrê hevserokên ANYAKAYDER’ê hatin binçavkirin
Li Îzmîrê bi ser malan de hat girtin û hevserokên ANYAKAYDER’ê jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê bi ser malan de hat girtin û hevserokên ANYAKAYDER’ê jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê polîsan di saetên sibehê de bi ser gelek malan de girt û 4 kes binçav kirin. Hat zanîn ku di serdegirtinan de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan, Hevserokên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên ku Xizmên xwe Winda kirine ya Enetoliyê (ANYAKAYDER) Rahîme Tûran û Mikaîl Atan û rêvebera komeleyê Zarîfe Sûngûr hatin binçavkirin.
Têkildarî hinceta binçavkirinê ti agahî nehatin wergirtin. 4 kes piştî kontrola tenduristiyê hatin şandina Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê ya li Çankayayê.