Li Îzmîrê operasyona qirkirina siyasî: 5 kes hatin destgîrkirin

Li Îzmîrê bi îdîaya "propaganda rêxistinê" û "endametiya rêxistinê" 5 kes di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin.

Li Îzmîrê polîsan danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de 5 kes bi îdîaya "propaganda rêxistinê" û "endametiya rêxistinê" hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya li navçeya Çankayayê.