Li Şirnexê serdegirtina li koxûşan

Ûgûr Temel ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê girtin, diyar kir ku serdegirtin li koxûşan hatiye kirin û hewl tê dayin ku têkiliya navbera girtiyan bê birîn.

Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê êrîşên li ser girtiyan zêde dibin. Girtiyê bi navê Ûgûr Temel ku li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Temel diyar kir ku zextên li ser wan zêde bûne û bang kir ku şandeyeke ku ji parazvanên mafên mirovan pêk tê biçe serdana wan.

Temel, ev agahî bi malbata xwe re parve kirin: “Di koxûşa me de betanî tune ne û nadin me. Di koxûşê de em 2 kes tenê hene. Hevalê min nexweş e û divê ku emeliyet bibe. Televîzyonê nadin me û têkiliya me bi dinyayê re birîne. Em di bin tecrîtê de ne. Şeva din bi ser koxûşa me de girtin. Pirtûkên me û amûrên me hemû desteserkirin. Îşkence li me kirin. Piştre kamera li koxûşa me bi cihkirin. Dengê me bibihîzin.”

Birayê Temel, Devrîm Temel nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî girtiyan da û got: “Girtîgeh cihên tarî yên dewletê ne, cihê ku gardiyan hêzeke bêpîvan bi kar tînin e. Ji ber vê yekê em ji rewşa birayê min Ûgûr ê di Girtîgeha Şirnexê de ye bi fikar in, em daxwaz dikin ku dengê wan bê bihîstin. Di qawişan de danîna kamerayan sûc e. Gardiyanan bi vê kirinê anî ziman ku ev yek ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye xwestin. Divê hemû sazî, mafên mirovan û hemû rêxistinên siyasî dengê wan bibihîzin. Pêwîste vê mijarê têxin rojeva parlamentoyê.”