Li Amasrayê qeza nebû, komkujî bû!
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) nerazîbûn nîşanî bûyera li kana komirê ya li Amasrayê da û got, "Ne qeza, komkujî ye."
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) nerazîbûn nîşanî bûyera li kana komirê ya li Amasrayê da û got, "Ne qeza, komkujî ye."
ADGB'ê daxuyaniyeke nivîskî da û bi bîr xist ku şeva 14'ê Cotmehê li gorî daneyên fermî 41 karker di kana komirê ya li navçeya Amasra ya Bartinê de jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Agahiyên ku di nava 24 saetan de piştî teqîna ku ne qeza, qetlîamek pêk hat, hatin belavkirin, kûrahiya hovîtiya îstîsmarker a kapîtalîzmê derxist holê."
Di berdewamiya daxuyaniyê ev tişt hat gotin:
“Mîna komkujiya karkerên madenê li Somayê, ev jî cînayetek e. Zemîna vê qetlîamê bi guhnedana rastiya ku di Rapora Dîwana Muhasebatê ya sala 2019’an de rîska teqîna şewatê zêde bû, hat xurtkirin.
Çerxên dewletê yên derewan li hemberî komkujiyê bi gotina "dezenformasyonê" dizivirin. Partiyên desthilatdariya faşîst û mûxalefeta burjuva bi gotina “Em xemgînin” hêsirên tîmseyê li ser cenazeyên karkeran rijandin.
Ji bo qetlîamên nû dernekevin, divê em ji qetlîamên ku ji aliyê kapîtalîzma hov ve ji bo îstîsmar û qazancê hatine kirin, hesab bipirsin.
Weke ADGB’ê em qetlîama karkerên madenê şermezar dikin û careke din em radigihînin ku, em ê hesabê vê qetlîamê bipirsin.”