Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windayan hate pirsîn-NÛ BÛ

Li Amed,Êlih û Îzmîrê xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Di çalakiyan de aqûbeta Ramazan Şarli, Hamîder Şarli û Îlyas Dîrîl û Zekîl Dîrîl hate pirsîn.

AMED

Li Amedê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan di hefteya 510’an a çalakiya rûniştinê de li hev civiyan.

Di çalakiyê de aqûbeta Razaman Şarlî û Hamîde Şarli hate pirsîn yên ji gundê Ûlûsoy a navçeya Tetwan a Bedlîsê ya 24’ê Kanûna 1993’an hatibûn windakirin.

Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û ev agahî hatin dayîn;

“Li gundê Ûlûsoyê Dibistana Seretayî ji ber ewlehiyê hate girtin. Bi fermana Fermandarê Qereqola Yelkenlî Dûrdûn Ertûgrûl gundiyan li gund bi çek nobed digirtin.

Dîroka 23.12.1993’an seat navbera 23:00-24:00’an de gundiyan nêzî 4-5 kesên bi çek ku ber bi dibistanê ve dihatin dîtin û destpêkê bang li kesên çekdar kirin û hişyarî dan. Lê kesên di nava wesayîtê de hişyarî guhdar nekirin û gundiyan fişekên hişyarîdayinê avêtin. Kesên di wesayîtê de bi çekê bersiv dan û nêzî 15 deqeyan şer derket. Piştî şerê beramberî hev wesayît paşve vekişiya.

Piştî bûyerê sibeha roja din li dijî gund ji aliyê leşker û tîmên tevgera taybet ve operasyon hate kirin. Leşkeran xwestin Hamîde Şarli ya li gund bibin. Birayê Hamîde Şarli Ramazan Şarli bi gotina ‘Ez ê jî bi wê re bêm’ leşkeran herdu li pêş çavên gundiyan xistin panzerê û birin. Ji herdu xwişk û birayan ji wê rojê ve agahî nehate girtin.”

Malbata Şarli bi salan li aqûbeta zarokên xwe pirsîn lê heta niha tu encamek bidestnexistine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dayîk Cemîle Şarli serî li DMME yê daye û wiha hate gotin; “DMME yê dosya qebûl kir û di navbera 4’ê Cotmeha 1997’an û 6’ê Gulana 1998’an serlêdanên li Enqerê, şahidên bûyer û îfadeya kesên eleqedar girtin. DMME yê di 22’ê Gulana 2001’an de biryar da û dewlet mehkumî tazmînata ji bo malbata Şarlî kir.”

ÎZMÎR

Parêzvanê mafê mirovan li Îzmîrê li aqûbeta İlyas Dîrîl (12) û Zekî Dîrîl (16) ên pismamê hev di 1994’an de hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” di hefteya 456’emîn de li ber Avahiya Serokwezîriyê ya li navçeya Konakê çalakiya xwe dewam kir. Parêzvanê mafê mirovan li Îzmîrê li aqûbeta İlyas Dîrîl (12) û Zekî Dîrîl (16) ên pismamê hev di 14’ê Gulana 1994’an de dema ji Stenbolê diçûn Şirnexê hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin pirsîn.

Rêveberên HDP, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl piştevanî dan çalakiyê. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Caner Canli daxuyanî da. Canli diyar kir ku mafê jiyanê mafê herî girîng ê zarok û mirovan e. Canli got li gorî daneyên ÎHD’ê li Tirkiyeyê 27 zarok di serdema dema destgîrkirinê de windakirin hatine kuştin û windakirin. Canli got êrîşa herî dijwar a li dijî mafê mirovan di binçavan de mirovan winda kirin e.

Canli anî ziman ku ferdên malbata Dîrîl di salên 90’î de ji gundê Keldaniyan ê Mehrî ya Şirnexê ji ber şewitandina gundê xwe neçar man koçî Stenbolê bibin û du ferdên malbatê jî bi di binçavan de tên windakirin. Canli behsa çîroka windabûna İlyas Dîrîl (12) û Zekî Dîrîl (16) ên pismamê hev di 14’ê Gulana 1994’an de dema ji Stenbolê diçûn Şirnexê hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin kir û li aqûbeta wan pirsî. Canli da zanîn kul i gorî şahidê bûyerê qala bûyerê kiriye îşkenceyek giran li her du zarokan jî hatiye kirin û Wezareta Dadê destûra destpêkirina lêpirsîne nedaye.

Canli destnîşan kir ku doza hat vekirin tu encamê ji hiqûqî hundirîn negirt û malbatê serî li DMME’yê da û Tirkiye hat mehkûmkirin. Canli xwest winda bên dîtin û kiryar bên darizandin.

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan di çalakiya hefteya 416’an de li Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê li hev civiyan. Di çalakiyê de wêneyên kesên li Sûrê ji aliyê dewletên ve hatîn qetilkirin û parêzerên windayan wêneyên Tahir Elçî hildan. Xizmên windayan vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Emîn Aslan pirsîn yê ku di sala 1995’an hatibû windakirin.

Di çalakiyê de çîroka Mehmet Emîn Aslan ji aliyê rêveberê ÎHD’ê Zekî Tanguner bi gotinên dayik Makbûle Aslan ve got. Tanguner diyar kir ku Aslan roja 7’ê Cotmeha 1995’an li navçeya Kerboran a Mêrdinê ji aliyê leşkeran ve hatibû destgîrkirin û piştî hefteyekê malbatê serî li Fermandariya Tabûr, Dozgeriya Komarê û Qeymaqamtiya Kerboranê dabûn. Tanguner gotinên dayîk Aslan wiha ragihand; “Ji wê rojê ve cihek nemaye ku me serî lê nedaye û em lê negeriyan. Ev 23 sal e ji kurê xwe agahî nagirim. Tenê dayîka ku ev êş kişandiye, dizane çawan e, wekî din kes nizane. Tevî van hemû êşan ez dibêjim ger kurê min dijî, nexwe li ku ye? Ger mirî be hestiyên wî li ku ne? Bila nîşanî min bidin. Rêveberên leşkerî û sivîl ên wê demê erkdarbûn ji windakirina kurê min berpirsyar in.”