Ji bo piştgiriya bi çalakiya 700'î ya Dayikên Şemiyê û şermezarkirina êrîşên hêzên dewleta Tirk li Bruksel û Mannheîmê çalakî hatin lidarxistin.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê, bi banga HDK-Belçîkayê li meydana Place de la Monnaîeyê çalakiyek hate lidarxistin.
Girseya gel ji bo saetekê çalakiya rûniştinê pêk anî û êrîşa polîsên Tirk a doh şermezar kir.
Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hildan û bi zimanên Fransî û Îngilîzî axaftin hatin kirin. Qisekeran diyar kirin ku windakirin polîtîkayeke dewletê ye û bal kişandin ser têkoşîna li Tirkiyeyê li dijî windakirinan tê dayin.
Hate ragihandin ku AKP'ê ji bo eşkerekirina aqûbesta windayan heta niha tiştek nekiriye.
Di dema çalakiyan de car carna faşîstan hewl dan provokasyonê bikin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, tevgerên jinan ên çe û sosyalîst ên Kurd, ji bo destekkirina Dayikên Şemiyê çalakiyek hate lidarxistin.
Bi vê armancê berêvarê saet 17'an li Wassertûrmê çalakiya rûniştinê pêk hat û daxuyaniyek hate dayin.
Di çalakiyê de pankart û wêneyên windayan hatin vekirin û dirûşmên "Dewleta kujer wê hesab bide", "Hêrsa dayikan wê zaliman têk bibe" hatin qîrîn.
Mesajên Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan, Dîe Lînke, Yenî Kadin, SKP û gelek saziyan hatin xwendin.
Qisekeran diyar kirin ku Dayikên Şemiyê ti carî bi tenê nînin û desteka wan a ji bo têkoşîna Dayikên Şemiyê wê timî dewam bike.