Li Cenevreyê zêdeyî 10 hezar kes li dijî nîjadperestiyê meşiyan
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji 10 hezarî zêdetir kes, li dijî tundiyê û dijberiya li reşikan daketin qadan.
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji 10 hezarî zêdetir kes, li dijî tundiyê û dijberiya li reşikan daketin qadan.
Bi banga tevgera "Black Lives Matter Suisse romande" ya ku piştî mirina George Floyd ê Afro-Emerîkayî ava bû, roja Sêşemê li Cenevreyê xwepêşandanek mezin pêk anî.
Di çalakiyê de ya li navenda bajêr hate lidarxistin, pankartên bi nivîsa, "Bêdengî dikuje", "Ez reşim, ez heme" û "Edalet nebe aştî jî nîne" hatin hilgirtin.
Kesê ku bi navê komîteya amadekar axivî wiha got: "Em bihevre ber bi cîhanek din ku hîn baştir e û ne cihê nijatperestan e dimeşin."
Kolektîfa Black Lîves Matter li Swîsreyê nerazîbûn nîşanî nîjatperestiyê û şîdeta polîsan da ku weke realîte tê dîtin. Kolektîf dixwaze 'nîjadperestiya rêk û pêk' li Swîsreyê têk bibe.
Xwepêşandanên bi heman rengî roja Şemiyê li bajarên Neuchatel, Bern, Basel û Zurîhê, roja Yekşemê jî li Lozanê pêk hatibûn.
Di heman demê de li Neuchatel ê ji bo peykerê koletî yê David De Pury bê rakirin kampanya îmzeyan hate destpêkirin.