Li Edeneyê ciwanan pankart daliqandin û komplo şermezar kirin

Li navçeya Seyhan a Edeneyê ciwanan komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Ocalan bi daliqandina pankarta “Bimre Komploya Navneteweyî” şermezar kirin.

Li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê komeke ciwan ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyê hatibû deranîn û  komployê destpê kiribû, li kolanê pankarta li ser “bimre komploya navneteweyî” nivîsî daliqandin.

Ciwan bi dirûşmeyên ji bo Ocalan ji cihê bûyerê veqetiyan.  pankart bi mohra DGH’ê hate daliqandin.