Li Erzînganê faşîstan êrîşî HDP’ê kirin
Dema ku HDP’ê li Erzînganê xebatên hilbijartinê dikir, komeke faşîst êrîşî wan kir.
Dema ku HDP’ê li Erzînganê xebatên hilbijartinê dikir, komeke faşîst êrîşî wan kir.
Namzeta parlementeriyê ya HDP’ê ya Erzîncanê Pinar Aytekîn Ozguç tevî endamên partiya xwe çû bajaroka Mercanê ya bi ser Tercanê.
Piştî xebatên li Mercanê dema ku heyet vegeriya, komeke faşîst êrîşî wan kir. Vê koma ku ji nêzî 40 kesan pêk dihat rê qut kirin û heqaret li Ozguç û endamên HDP’ê kirin. Komê xwest ku bila axaftina Demîrtaş a ku ji wesayîta anonsê tê guhdarîkirin bila were sekinandin û êrîşî wesayîtên endamê HDP’ê kirin.
Polîsên ku hatin cihê bûyerê, ji dêvila ku komê belav bike xwest bila heyeta HDP’ê ji navçeyê derkevin.
Ozguç nerazîbûn nîşanî rewşê da û got ,”Koma faşîst dora wesayîtên me girtin û polîsên ku hatin jî, xwestin em ji navçeyê derkevin. Bila tu kes nebêjin ku HDP ditirse. Moralê me gelekî baş e. Kesên êrîşkar ne ji Erzînganê ne û ev kom ew ê nikaribin xebatên me bidin sekinandin.”