CFRP’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi komên wekî Biraderên Misilman, ‘Mîllî Goruş’ û Bozkûrtan re tifaqê dike.
CFRP’ê derbarê rêxistinitina nijadperest a Tirkan a li Ewropayê ev tespît kir:
“Tirkiye û Katar ligel ku li Ewropayê fînansmaniya Biraderên Misilman dike, li gelek welatên Ewropayê bi sedan komele û projeyan bi rê ve dibe. Koma Bozkûrt jî bi rê ve dibin. Tirkiye bi taybetî li welatên ku Elmanî lê tê axaftin, li Elmanya, Swîsre û Ewropayê dixwaze bandora xwe zêde bike.
Tirkiye bi vî awayî hin hedefên din jî bi dest dixe, hemwelatiyên welatên din jî dixe bin hukmê îradeya xwe ya syasî û ev welat beşeke serweriya xwe ji dest didin. Kontrola li ser civakên ne Tirk jî di heman demê de mîsyona ku ev kes li welatê xwe xizmetê ji projeyên siyasî yên Tirkan re bikin.
KOMA ZÊDEKIRINA ŞÎDDET Û KAOSÊ YA ERDOGAN
Bozkûrt di bin banê MHP’ê de wekî rêxistineke nijadperestiya Tirkan ava bûn û pê re bûn koma zêdekirina şîddet û kaosê ya li Ewropayê.
Li Evûstûryayê nêzî 2 hezar rêveber, bi dehan camî û saziyên çandî yên vê komê hene. Ev kom xwe dispêre nijadperestiya Tirkan ku ji Efganistan heta Çîn û Başûrê Rojhilata Balkanê. Ev kom di heman demê de hewl dide bandora Tirkiyeyê zêde bike, ji bo Evûstûryayiyên bi eslê xwe Tirk civakeke paralel çêbike û pêşiya entegrasyona wan bigire.”
CFRP’ê diyar kir ku çend heft berê di 27 û 28’ê Hezîranê de li Viyanayê vê komê êrîşî Kurdan û komên çepgir kiribû.
LI ELMANYAYÊ 18 HEZAR ENDAMÊN WAN HENE
CFRP’ê got ku, “Bi tenê li ser axa Elmanyayê bi dehan komele û nêzî 18 hezar endamên wan hene. Tevî federasyona Tirkan û ITEP’ê bi dehan rêxistinên din girêdayî wan e. Vê rêxistina radîkal li dijî çepgirên ji Tirkiyeyê, Kurd û Ermenan kampanyayên antî propagandayê dikie. Li gorî belgeyeke di Kewçêra 2018’an a Parlementoya Elmanyayê ji ber gefa li ser welat îstîxbarata navxweyî ya Elman vê rêxistinê dişopîne.
Li gorî belgeyeke Parlementoya Elmanyayê ya di 9’ê Mijdara 2018’an de Erdogan tevî Biraderên Misilman, Tevgera ‘Mîllî Goruş’ û Bozkûrtan bi tifaqeke radîkal û xetere ji bo ku polîtîkaya navxweyî ya Tirk û bandora li ser 5 hemwelatiyên li Elmanyayê, van rêxistinan bi rê ve dibe. Hevkarî û tifaqa di navbera Erdogan û Bozkûrtan de piştî hewldana darbeya di 2016’an de li Elmanyayê bûye wekî realîteyê. Ev kom tifaqeke stratejîk a hikumeta AKP’ê û Serokkomar Erdogan e.
Li gorî lêkolîna Elmanyayê di navbera Neonazî û Bozkûrtan de hevkariyeke îdeolojîk û feraseteke dualî heye. Ev gihiştiye asta koordînasyonê jî.”
AWÛSTÛRYAYÊ GAVA PÊŞÎN AVÊT
CFRP’ê diyar kir ku Awûstûryayê di sala 2019’an de ala û sloganên Bozkûrtan qedexe kir û gava pêşîn avêt. CFRP’ê diyar kir ku piştî êrîşên li ser Kurd û çepgiran hikumet ji bo astengkirina kirinê Îslama siyasî û şopandina wê biryar daye ku navendeke lêkolînê ya taybet ava bike.
CFRP’ê bal kişand ser vî tiştî ku Ewropa naxwaze komên derdora Tirkiyeyê yên wekî Bozkûrtan bibîne û bêtir bala xwe daye ser rêxistinên cîhadîst û selefî û ev jî dibe sedem ku ev kom avantajê bi dest bixin û saziyên xwe zêdetir bikin.