Li Frankfûrtê çalakiya 'Tu bi xêr nehatiye Erdogan'

Erdogan wê 28'ê Îlonê were Elmanyayê. Ji bo şermezarkirina Erdogan, Kurdistanî, rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û Elman li Frankfûrtê daketin qadan û xwepêşandanek lidar xistin.

Bi sedan kes danê nîvro saet 14'an li ber Haûptbahnhof a Frankfûrtê li hev civiyan û li ber pankarta bi nivîsa "Tu bi xêr nehatiye Erdogan" dest bi meşê kirin. Meşê heta meydana Alte Operê dewam kir û li dijî Serokkomarê Tirk dirûşm hatin qîrîn.

Çalakgeran di mîtîngê de bal kişandin ser pêkanînên faşîst ên Erdogan.

Di çalakiyê de ji bo xwepêşandanên 28-29'ê Îlonê yên li Berlîn û Kolnê banga tevlîbûnê hate kirin.