Li Gimgimê terora dewletê: 3 HDP’î hatin destgîrkirin
Li navçeya Gimgim a Mûşê di serdegirtinên malê yên ku HDP’iyan dikin hedef de 3 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Gimgim a Mûşê di serdegirtinên malê yên ku HDP’iyan dikin hedef de 3 kes hatin destgîrkirin.
Di serdegirtinên malan ên rejîma Enqerê ya di saetên sibê ya li ser HDP’iyan de, hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Gimgim Atîk Yildiz û endamên Meclîsa Şaredariyê Şengul Çîçek a li şûna wê qeyûm hatibû danîn û rêveberê berê yê navçeyê Bektaş Han hatin destgîrkirin.
Sedema destgîrkirina HDP’iyan nehate zanîn.