Li Gîresûnê karesat: 5 mirî, 12 birîndar 11 kes jî winda ne

Di lehiya Gîresûnê de 5 kes mirin, 12 kes birîndar bûn û 11 kes jî winda ne. Tê diyarkirin ku ji ber bendavên HES’ê û kanên keviran ev hilweşandin pêk hatiye.

Di lehiya Gîresûnê de 5 kes mirin, 12 kes birîndar bûn û 11 kes jî winda ne. Lehiyê gelek pir û rê jî hilweşand.

Tê diyarkirin ku ne lehî lê bendavên HES, kanên keviran ên li ber rê û çeman bûne sedema karesatê.