Li Girtîgeha Bakirkoyê girtiyên jin li dijî çekên kîmyewî ketin greva birçîbûnê
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser gerîla, ji bo sê rojan girtî ketin greva birçîbûnê.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser gerîla, ji bo sê rojan girtî ketin greva birçîbûnê.
Li gorî agahiyan, girtiyên jin li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên bi çekên kîmeywî yên li ser gerîla, her wiha li hemberî zêdebûna binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, ji bo sê rojan ketin greva birçîbûnê.
Jinên li sê koxûşên cuda bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Girtiyan bang kirin ku heyetek biçe herêmê û çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla hatine bikaranîn lêkolîn bike.
Her wiha bang li raya giştî jî kirin ku bala xwe li ser mijarê be.