Li girtîgeha Elbistanê êşkenceya kontrgerîla û sirgûna girseyî

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Elbistanê, hate ragihandin ku kesên xwe weke 'kontrgerîla' pênae kirin avêtin ser koxûşan, piştî ku êşkenceyeke giran kirini ji sedî 90 ê girtiyan hatin sirgûnkirin.

Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa E ya Elbistan a Mereşê demeke bi kiryarên tirsnak dikeve rojevê.

Eşkere bû ku hin kesên ji derve hatin anîn, avêtin ser koxûşan û êşkence li girtiyan kirin.

Li gorî agahiyan, serdegirtin bi fermana Wezareta Edaletê hatine kirin. Nehate eşkerekirin ku kê avêt ser koxûşan û ji ku hatine anîn.

Girtiyên ku di serdegirtinan de êşkence li wan hate kirin, piştî ku li hucreyên yek kesî hatin bicihkirin, piraniya wan ahtin sirgûnkirin.

Di 30'ê Îlonê de girtiyek li malbata xwe geriya û jê re anî ziman ku kesên xwe weke 'kontrgerîla' pênase kiribûn, ji derve hatin anîn û avêtin ser koxûşan. Hate gotin, van kesan ji pişt ve destên girtiyan kelepçe kirine û êşkence li wan kirine.

Şaxê Amedê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) di 10'ê Cotmehê de serdana girtîgehê kir û li ser mijarê raporek amade kir.

Di raporê de hate ragihandin ku di navbera 21 û 23'ê Îlonê de yekîneyek ji aliyê Wezareta Edaletê ve bi taybetî hate wezîfedarkirin avêtin ser koxûşan û lêgerîn kirin.

OHD'ê diyar kir ku girtiyan ji ber êşkence û kiryarên xerab gilî kirine, lê belê tevî vê yekê jî ti lêpirsîn nehatiye destpêkirin û bêceza hatine hiştin.

Her wiha hate ragihandin ku li girtiyan jî bi 11 rojan cezayê hucreyê hatiye birîn û hate gotin, ji sedî 90 ê girtiyan di 28'ê Îlonê de bi rengekî kêfî sirgûnî girtîgehên li bajarên Antalya, Konya û Erzîromê hatine kirin.