Li Gola Wanê 7 penaber mirin

Li Gola Wanê lotkeya ku penaber tê de bûn noq bû, 7 jê mirin.

Li peravên Adilcewazê ya Bedlîsê ya Gola Wanê lotkeya ku penaber tê de bûn noq bû. Tîmên xilaskirinê şandin herêmê. 64 penaberên di lotkeyê de hatin xilaskirin, 7 jê mirin. Tê gotin dibe ku hijmara miriyan zêdetir bibe. Hate gotin lotke ji ber bayê xurt noq bûye.

Walîtiya Bedlîsê diyar kir lotke, ku tê de penaberên Pakistanî, Bangledêşî û Efxanî hebûn, dema nêzî peravê bûye noq bûye.