Li Hatayê êrîşî namzeta HDP’ê hate kirin

Li Hatayê komekê êrîşî namzetên HDP’ê û wesayîta anosê kirin.

Parlemetera HDP’ê ya Hatayê Hulya Kavaûk û kesên li gel li gundên Kisecik û Gaogan ên girêdayî navçeyaAntakya ya Hatayê çûn serdana esnafan. Di dema serdanê de li gundê Kîsecikê komekê êrîşî parlemetera HDP’ê û wesayîta anosê kirin. Parlemeterên HDP’ê li kafeyekê hatin parastin û komê ziyan da wesayîta anonsê. Koma êrîşkar gef li HDP’yiyan kirin û heqaret li wan kirin.

HDP’yî di bin çavdêriya jendermeyan de ji cihê bûyerê hatin dûrxistin.