Li Heîlbronnê hawirdorparêzan piştgiriya Rojava kirin

Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê, tevgera Fridays for Future meşek pêk anî û piştgiriya Rojava kir.

Hawirdorparêz ji bo di mijara guhertina avhewayê de zextê li rayedaran bikin ku tedbîrên berbiçav werbigirin saet di 11'an de li Heîlbronnê meşiyan.

Di çalakiyê de ku rêxistinên ciwanan ên Elman pêk anîn, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û piştgiriya berxwedana Rojava hate kirin.

Di meşa bêdeng de wêneyên hovîtiya dewleta Tirk a li Rojava û alên YPG û YPJ'ê hatin hildan.