Hevseroka Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr ji ber qedexekirina çalakiyên PKK’ê yên li Elmanyayê di 27’ê Mijdara 2017’an de ki ser hesabê xwe yê twîtterê gotibû ‘Bila qedexeya li ser PKK’ê were rakirin’.
Piştî lêpirsînê Ozdemir a ji Partiya Çep 500 eûro ceza lê hatibû birîn. Ji ber ku Ozdemîr pere neda, ceza bûbû 1500 eûro. Herî dawîn doza Ozdemîr li Dadgeha Îdareyê ya Hambûrg û Altonayê hate kirin.
Di rûniştinê de Ozdemîr diyar kir ku wê tu sûc nekiriye û xwest qedexeya li ser PKK’ê were rakirin. Lê piştî rûniştinê dadgehê 4500 eûro ceza li Ozdemîr birî.
Ozdemîr diyar kir ku wê îtîrazî biryara dadgehê bike û diyar ku wê daxwaza xwe ya ‘Bila qedexeya li ser PKK’ê were rakirin’ bidomîne.
Di salên dawîn de yekîneyên ewlehî û darizandinê yên Elmanyayê li dijî kesên ku sembolên tevgera azadiyê ya Kurdan par ve dikin, lêpirsînan dide destpêkirin. Di 2’ê Adara 2017’an de Wezareta Karê Derve giştîname şandibû 16 eyaletan û di giştînameyê de hatibû diyarkirin ku YPG, YPJ, PYD jî di nav de hemû wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên tevgera azadiyê ya Kurdan hatine qedexekirin.