Li  Izmîrê terora destgîrkirinê

Li gelek navçeyên Izmîrê polîsên Tirk bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî 9 kes destgîr kirin.

Li gelek navçeyên Izmirê polîsên Tirk vê sibehê bi ser malan de girtin, 9 kes destgîr kirin. Dema ku polîsan bi ser malan de girtin dest li ser gelek pirtûk û materyalên dijîtal danîn.

Kesên ku hatin destgîrkirin bi hinceta ku ''endamên rêxistinê ne'' û ''di nav rêxistinê de xebatan dikin'' hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.