Li Kocaelî, Meletî û Stenbolê 4 kes hatin girtin

Li Kocaelî, Meletî û Stenbolê yek jê rojnamevan 4 kes hatin girtin.

Qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP û MHP’ê didome.

KOCAELÎ

Li Kocaeliyê duh rêveberên HDP’ê Teyyar Ozkaya, Adnan Edîş û Sîracettîn Başboga hatibûn destgîrkirin. Piştî îfadeya wan a li dozgeriyê Teyyar Ozkaya û Sîracettîn Başboga hatin girtin.

MELETÎ

Li Hekîmhana Meletiyê jî endamê HDP’ê Azîz Polat ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî hate girtin.

STENBOL

Li Stenbolê jî nûçegijhanê Ajansa Nûçeyan a Net’ê Emre Orman bi îddîaya ku li ser medyaya civakî ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hate girtin.