Li Los Angelesê şeva piştgiriya bi Rojava re

Li bajarê Los Angeles ê DYE'yê ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava re şevek pêk hat.

Li Los Angelesê ku ji aliyê nifûsa xwe ve bajarê duyemîn ê herî mezin ê Emerîkayê ye, ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û ji bo piştgiriya bi Rojava re çalakiyek pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê hunermendên Kurd, Emerîkî û Şîlî hunera xwe pêşkêş kirin. Şeva ku heta şeva Duşemê dewam kir bi govendê bi dawî bû.