Li Mêrsînê û Wanê civînên gel: Çareserî bi Ocalan re ye

KCD û DBP li Mêrsînê û Wanê civînên gel domandin. Di civînan de hate gotin heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ranebe pirsgriêk wê çareser nebin.

Bi çarçoweya qonaxa sêyan ''Bernameya Têkoşîna Demokratîk'' a HDP'ê li Mêrsînê û Wanê civînên gel hatin kirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevberdevak Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu li Mêrsînê bi endamên Dayikên Aştiyê û Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin cem hev.

Di civînê de ya ku li otêlekê hate kirin Wekîla HDP'ê Mêrsînê ya HDP'ê Fatma Kurtulan jî hazir bû.

Hevberdevka HDK'ê Ugurlu got faşîzma AKP-MHP'ê dixwaze di ser jinan re faşîzmê meşrû bike, dewlet bi qeyûmên dagirker êrîşên li ser jinan didomîne. Ugurlu got, ''Ev berdewamiya polîtîkayên şerê taybet in. Ji bilî xwînê û girÎnê ti tiştekî dî nîne ku ev dewlet bide Kurdan. Li dijî vê divê em zêdetir rêxistinî bibin. Têkoşînê geştir bikin.''

'EM BI BIRÊZ OCALAN ŞIYAR BÛN!'

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî got, ''Li ser her kesî zextekê bikin, li ser me jinên Kurd du caran zextê dikin.''

Guven wiha got: ''Beriya niha em di xewê de bûn û rojekê em bi felsefeyekê şiyar bûn. Birêz Ocalan em ji xewê hişyar kirin. Di têkoşîna Kurdistanê de me azadiya jinê dît. Îro her çendî Rêzdar Ocalan li ser tecrîd hebe jî fikrên xwe azad in. Îro fikrên wî li nav me ne û azad in. Em TJA dema ku em xebatên xwe didomînin em dixwazin ku jinên Tirk jî werin. Demokrasî ji bo her kesî hewce ye. Lê yên din ku tên heta her devereke têkoşînê bi me re tên, piştre vediqetin. Ji bo ku em behsa tecrîdê dikin. Helbet em ê behsa tecrîdê bikin. Ji ber ku birêz Ocalan ne şexsek e. Helbet ji bo tecrîda li ser rabe em ê têbikoşin.''

'BILA JI JINÊN KURD BITIRSIN'

Guven gotina Wezîrê Navxwe yê Tirk bi bîr xist, ku gotibû, divê ji jinan bitirsin û got, ''Ji me jinên Kurd pir ditirsin. Ji ber ku heta dawiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Şoreşa Rojava ji bo hemû jinên cîhanê bû îlham. Têkoşîna ku jinan danî holê, şoreşeke pir girîng e. Ên ku bi perspektîfa rêzdar Ocalan têdikoşin jin in. Şoreşa Rojava bi fedaîbûna jinan pêk hat. Em hem ji bo ku Kurd bûn û hem jî ji bo jin bûn me pirsgirêk jiya. A rast gewherê herduyan têkilî meseleya Kurd e. Tê xwestin ku herduyan jî tine bikin, bifetisînin.''

MESELEYA KURD

Li ser peyamên dawî Ahmet Davutoglu û Alî Babacan jî Leyla Guven got, ''Polîtîkaya van diyar e, armanca wan qirkirina Kurdan û jinan e. Em ê bi gotinên wan nexapin. Partiyên ku îro ava bûne jî bi eynî hişmendiyê ne. Berê dema ku partî ava dikirin diçûne Anitqabîrê (gora Mistefa Kemal), niha jî têne Amedê. Tenê di kongreyan de nirxandina meseleya Kurd têrê nake. Ji bo vê divê gavên pratîk bêne avêtin.''

OZTURK: RÊ Û RÊBAZEKE NÛ ŞERT E

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û a DBP'ê Salîha Aydenîz jî li Artemêtanê ya Wanê civîna gel kirin.

Ozturk got li dijî şerê heyî divê rê û rêbazên nû werin danîn û got, ''Kurdên bê îrade, bê alternatîf û rajêrbûyî dixwazin.''

Ozturk got heta niha faşîzma AKP dijminatiya xwe nîşan nedidan, berê digot, ''Birayên me yên Kurd'', niha dibêjin, ''birayên me yên bi koka xwe Kurd'', nema dijminatiya xwe vedişêrin, bi gotinê jî vê nîşan didin. Ozturk dagirkeriya Tirk a li ser Başûr bi bîr xist û got derdê wan ne PKK ye, derdê wan ew e ku destkeftî û statûya Kurdan ji holê rakin, Kurd li dijî vê divê li hev kom bibin.

'LI GEL OCALAN TECRÎD LI SER TIRKIYÊ HATIYE DANÎN'

Ozturk her wiha got her ku tecrîda li ser Ocalan giran dibe, li ser gelên Tirkiyê jî tecrîd tê jidandin, heta ku tecrîd neyê şikandin û yekîtiya netewî neyê avakirin faşîzm wê têk biçe.

Aydeniz jÎ got bawerî bi pergala Tirkiyê nîne û vê pergalê xwe li ser yekrengiyê ava kiriye, Ocalan alternatîfa vê daniye. 

Aydeniz her wiha got,''Îro pergala KCD'ê jehrkuja pergala Tirkiyê ye.''