Li Mûşê YSK’yê jî AKP red kir
Nerazîbûna AKP’ê ya têkildarî encamên hilbijartinê ya li Mûşê, tişta ku dixwest bi cih nehat.
Nerazîbûna AKP’ê ya têkildarî encamên hilbijartinê ya li Mûşê, tişta ku dixwest bi cih nehat.
Li ser nerazîbûnên encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê ya AKP’ê a li Mûşê, di 29’ê Hezîranê li Malazgirt, Gimgim, Korkût, Haskoy û Depê hilbijartina dengan bi dawî bû. Li gorî vê; encam bi dilê AKP’ê nebû, ji beriya vê navenda ji bo hilbijartina dengên nehatî erêkirin, ji bo hilbijartina dengan serî li Desteya Hilbijartinê bajar hatibû dayîn.
YSK’yê RED KIR
Desteya Hilbijartinê ya bajar, hate diyarkirin ku di hilbijartina sindoqa bi jimara 278’an de ti xeta nîne, ji nû ve hejmartina wê ti fêdeyê nîne û serlêdan red kir. Li ser redkirinê Serokatiya AKP’ê ya Mûşê di heman rojê de serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da. YSK’ê jî bi heman şêweyî biryara ji nû ve hilbijartinê red kir.
HDP’Ê SPASIYA GEL KIR
HDP’ê got: “Ji bo dengê gelê me neyê dizîn, ji bo vîna gel a li sindoqan derketî neyê xestpkirin, bi şev û roj me têkoşîn kir. Ji ber têkoşîna gel em spasiya her kesê dikin.”