Li Nîgdeyê kuştina li ser kar: 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyî ya li Nîgdeyê, ji 3 karkerên ketin hundirê tanka kîmyewî ya febrîqeya gazozê 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyî ya Nîgdeyê, serê sibehê li febrîqeya gazozê karkeran jiyana xwe ji dest dan. Karker Dûrmûş Cebenay, Ûfûk Kiliçarslan û Farûk Sert ên paqijiya tanka li febrîqeyê dikirin, ketin hundirê tanka ji madeya kîmyewî. Hevalên karkeran ên pê hesiyan, bang li xebatkarên tenduristiyê û arkujiyê kirin.

Karker ji tankê hatin derxistin û bi ambûlansê birin nexweşxaneyê.

Ji karkeran Dûrmûş Cebenay û Ûfûk Kiliçarslan jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Farûk Sert giran e.

Cenazeyê karkeran ji bo otopsiyê rakirin morgê.