Li Parîsê cangoriyên Qetlîama Madimakê hatin bibîranîn

Li Sêwasê di 2’ê Tîrmeha 1993’an de ji aliyê hêzên paramîlîter ên dewletê qetlîama Madimakê hatibû kirin. Cangoriyên qetlîama Madimakê li Parîsê hatin bibîranîn.

Koordînasyona Fransayê ya Konfederasyona Elewiyan a Demokratîk a Ewrûpayê (FEDA) têkildarî qetlîama Madimakê daxuyanî da û cangoriyên qetlîamê bi bîr anî.

Li nêzî metroya Saînt Denîsê ya Parîsê bibîranîn hate kirin û wêneyên cangoriyan hatin hildan. Hevberdevkê koordînasyona Fransayê ya FEDA’yê Erdogan Ergîn diyar kir ku Qetlîama Madimakê ya 25 sal berê nayê jibîrkirin.

BERPIRSYAR HÊ JÎ NEHATINE DARIZANDIN

Ergîn diyar kir ku hesabê qetlîamê hê nehatiye pirsîn û got, “Em dixwazin berpirs û kujerên vê qetlîamê derkevin holê û werin darizandin. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo pirsîna hesabê vê qetlîamê bixebitin. Em bang li hemû dewletên li Ewrûpayê dikin ku bila li hemberî dewleta Tirk a ku sûcan dike, helwesta xwe diyar bikin.”