Li paytexta Fransa Parîsê Endamê Konseya Rêvebir a KCK'ê û Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ku di êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şengalê de şehîd bûbû, Fermandarên HPG’ê Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) û Ronî Mûnzûr (Mahmût Laçîn), gerîlayên li Bedlîs û Colemêrgê şehîd bûbûn û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê bi beşdarbûna sedan Kurdistanî bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Endamê Komîteya Malbatên şehîdan Tellî Alagoz, Hevserokê Konseya Demokratîk a Kurd yê Fransa Vedat Bîngol û Endamê Koordînasyona Ciwanên Azad a Ewropa Firat Ronî axivîn û wiha gotin; “Em bejna xwe li hemberî bîranîna hemû şehîdan ditewînin û em ê girêdayî têkoşîn û bîranînên wan bin. Partiya me PKK paritya şehîdan e, em ê hê bêhtir li dora felsefeya Rêber Apo bibin xelek û têkoşîneke hêjayî şehîdên xwe bidin û heta dawiyê em ê liberxwebidin.”
Siyasetmedarê Kurd Alî Sîverek jî axivî û wiha got; “Mam Zekî Şengalî û Atakan Mahîr di xeta Apoyî de şoreşgerên mezin ên ku serî netewandîne û di her pêvajoyê de ev nîşanî me dan. Ji bo bicihanîna armanca hemû şehîdên me ku Rêbertiyek azad û Kurdistanek azad e em ê berxwedanê geştir bikin û bidomînin.”
Di merasîma bibîranê de malbatên şehîdan jî axivîn û merasîm bi nîşandana sînevîzyon û dirûşmeya 'Şehîd Namirin’ bi dawî bû.