Li pêşiya Rheînmetall a li Zurîchê çalakî pêk hat
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad li bajarê Zurîch ê Swîsreyê li pêşiya Rheînmetallê ku çekên giran difiroşe dewleta Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad li bajarê Zurîch ê Swîsreyê li pêşiya Rheînmetallê ku çekên giran difiroşe dewleta Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn.
Şîrketan çekan a Elman Rheînmetall ji Kurdistanê heta Yemenê, ji Meksîkayê heta Efrîkayê ji bo rejîmên zordar ên li herêma şer çekan hildiberîne. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad li pêşiya buroya şîrketê ya li bajarê Zurîch ê Swîsreyê çalakiyek pêk anîn.
Çalakger ji bo şîrketa ku çekan ji bo dewleta Tirk a faşîst amade dike şermezar bikin, di saet 15:00 de li ber buroya şîrketê li hev kom bûn.
Ciwanan alên YPG û YPJ'ê hildan û bi Elmanî û Kurdî dirûşm qîriyan.
Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan" û "Çekên Swîsreyê li Rojava mirovan dikujin" hatin qîrîn.
Di dema çalakiyê de Swîsreyiyên di rê de derbas dibûn piştevaniya ciwanan kirin.