Li Qamişlo şer: 13 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Di navbera Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rêveberiya Xweser a bajarê Qamişlo yê Rojava û leşkerên rejîmê de şer derket, 13 leşkerên rejîmê hatin kuştin. Hate ragihandin di şer de endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirin şehîd bûye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin vê sibê seat 09:00’an hêzên rejîma Sûrî li nêzî Balafirgeha Qamişlo bi zorê ciwan desteser kirine û xwestine bibin leşkeriyê.

Li ser vê Hêzên Ewlehiya Navxwe mudaxeleyî bûyerê kir. Di şer de herî kêm 13 leşkerên rejîmê hatin kuştin û endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirin a Qamişlo şehîd bû û 2 jî birîndar Bûn. Şerê li herêmê didome.